Serok Barzanî û Mike Pompeo ketin civînê...

09 rêbendan 2019 19:23
Serok Barzanî û Mike Pompeo ketin civînê...

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ku di yekem qonaxa xwe ya serdana Rojhilata Navîn de derbasî Bexdayê bûbû, ji wir jî derbasî Hewlêrê bû.

Pompeo ji aliyê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin û civîna Serok Barzanî û şanda Amerîkî ya bi seroktiya Mike Pompe dest pê kir.

Pompeo piştî wergirtina posta wezîrtiyê cara yekem e serdana Kurdistanê dike û bi Serok Mesûd Barzanî re dicive. Wezîrê Amerîkî piştî civîna ligel

Serok Barzanî, bi Şêwirmendê Asayîşa Kurdistanê û namzedê Serokwezîrtiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hat ba hev.

Tê çaverîkirin ku babetên rewşa herêmê, pêwendiyên Amerika û Kurdistanê, rewş û pêwendiyên ligel hikumeta nû ya Bexdayê û hikûmeta herêma Kurdistanê werin gotûbêjkirin.