Serok Barzanî: Trajediyeke dilşewat bû û nayê jibîrkirin
Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 52emîn salvegera bomberana Qeladiz û Zanîngeha Silêmaniyê peyamek belav kir û got, “Ew trajediya dilşewat, di zincîra tawanên rejîmê yên li dijî gelê me, tawaneke din bû.”
RûpelNews - Serok Barzanî, derbarê bomberankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ya di 24ê Nîsana 1974an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê di 24ê Nîsana 1974an de, bû sedema şehîdketin û birîndarbûna bi sedan sivîlên bêguneh. Ew nîşaneke zelal a siyaseta şovenîst û barbar a rejîma berê ya Iraqê ya li dijî nifûsa sivîl a Kurdistanê bû. Ew trajediya dilşewat tawaneke din bû di zincîra tawanên rejîmê yên li dijî gelê me de.
Di salvegera vê tawana mezin de, em rêzê li şehîdên wê trajediyê û hemû şehîdên Kurdistanê digirin.”
