Serok Barzanî: Sûd ji derfeta 2003yan nehat girtin

06 hezîran 2022 15:04
Serok Barzanî: Sûd ji derfeta 2003yan nehat girtin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 6ê Hezîranê li Pîrmamê pêşwazî li balyozê Romanya yê Iraqê, Radu Dobre kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê, asteng û arîşeyên li hember pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye kirin.

Serok Barzanî di hevdîtinê de got, “Xelkê Iraqê hêjayî dewletek organîze û xizmetguzariyên baş û aramiyê ne. Piştî 2003yan derfeta wê yekê hebû Iraq bikeve ser rêyeke rast lê mixabin sûd ji wê derfetê nehat wergirtin.”

Herwiha behsa pêwendiyên Kurdistan û Romanya hat kirin ku balyozê Romanya amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendî û karên hevbeş û hemahengîyê bi Kurdistanê re nîşan da.

Serok Barzanî di civînê de, pîrozbahî li balyozê nû yê Romanya yê Iraqê kir û jê re serkeftin xwest.