Serok Barzanî: Pistî hilbijartinan hewayeke nû çêbûye

15 rêbendan 2019 18:25
Serok Barzanî: Pistî hilbijartinan hewayeke nû çêbûye

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Çile li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û şanda ligel wî kir.

Hat ragihandin ku di civînê de rewşa siyasî, pêşhatên dawî yên navçeyê û proseya siyasiya Iraqê hatiye guftûgo kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê, spasiya hewlên Serok Barzanî yên li rasterêkirina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û got ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girîng e.

Serok Barzanî ji şanda mêhvan re diyar kir ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keş û hewayeke nû hatiye holê û ligel Serokwezîrê nû yê Iraqê ji bo çareserkirina wan kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de mane, ew hemû hewlan dide.

Serok Barzanî li ser rewşa Sûriyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê nêrîn û dilgiraniya xwe ya li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Îranê re parve kir û li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê her du aliyan tekezî li ser dostayetî û peyvendiyên dualî kirin.