Pistî encamên hilbijartinan Serokwezîrê Romanyayê karvekisîna xwe ragihand

08 berfanbar 2020 13:31
Pistî encamên hilbijartinan Serokwezîrê Romanyayê karvekisîna xwe ragihand

PeyamaKurd – Piştî di hilbijartinên giştî de têk çû, Serokwezîrê Romanya Ludovic Orban karvekişîna xwe ragihand.

Li Romanyayê, encamên ne fermî yên hilbijartinan diyar dikin, Partiya Lîberal ya Orban rêberîya wê dike, ji sedî 25,01 deng sitand û bû partiya duyem.

Partiya Demokrat ya Sosyal (PSD) jî, ku li rikeberiyê partiya Orban bû, ji sedî 29,79 deng sitstand û bû partiya yekemîn.

Yekîtiya Rizgarkirina Romanya (USR) ya li opozîsyonê jî ji sedî 14,8 deng sitand.

Ji ber ku tu partîyan piraniya dengan bi dest nexistin, li ber e ku hikûmeta koalîsyonê were avakirin.

Ger Partiya Lîberal bi partîyên biçûk re koalîsyonê çêke, dibe ku li desthilatê bimîne û çaverê ye ku Orban wek rêberê partiyê beşdarî hevdîtinên ser koalîsyonê bibe.

Bi hilbijartina li Romanya 329 parlamanter û 136 senator hatin hilbijartin û ne li ber bû ku partiyek bi serê xwe desthilatê bi dest xe.