Serok Barzanî pêswazî li Qeredaxî û sanda li gel wî kir

12 tebax 2018 20:31
Serok Barzanî pêswazî li Qeredaxî û sanda li gel wî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê Yekitiya Zanayên Îslamê yên Cîhanê Elî Qeredaxî kir.

Serok Barzanî li ofîsa xwe ya li Pîrmama Hewlêrê, pêşwazî li serokê Yekitiya Zanayên Îslamî yên cîhanê Elî Qeredaxî û şanda pê re kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û rûdanên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê hatiye kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û redkirina sepandina bi zorê bi ser gelê Kurdistanê de hatiye kirin.

Li gorî agahiyan, di civîna Barzanî û şanda mêvan de behsa hilbijartinên îsal yên Kurdistanê jî hatiye kirin û ji hikûmetê hatiye xwastin bo baştirkirina rewşa jiyana xelkê bername û pilanên baş û tokme bên danîn.