Serok Barzanî pêswazî li Patrîyarkê Dêra Kildanî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.
Di vê hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û gefên emnî û siyasî yên li ber proseya siyasî ya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê de hatin kirin.
Di vê civînê de Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Barzanî yên ji bo parastina pêkhatan û kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyî yên Herêma Kurdistan û Iraqê de hebû.
Di civînê de tekezî li ser xweşkirina wan bingehan kirin ku dibine sedema wê yekê ku Krîstiyan û pêkhatên din bêne handan ku vegerin cih û warên xwe û hizr û bîra bi cîh hiştina welatê xwe nekin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin