Serok Barzanî pêswazî li hunermendê navdar Mihemed Erbîlî kir

26 îlon 2019 21:06
Serok Barzanî pêswazî li hunermendê navdar Mihemed Erbîlî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li hunermendê navdar ê bajarê Hewlêrê Mihemed Ehmed Erbîlî kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hunermend Mihemed Ehmed Erbîlî kirin ku bi dirêjahiya temenê xwe xizmeta hunerê kiriye û cihê destên wî li geşbûna çand û hunera bajarê Hewlêr û Kurdistanê diyar e û niştimanperwerane bi rêya hunera xwe xizmeta welatê xwe kiriye.

Serok Barzanî herwiha rewşa tenduristî û jiyana Erbîlî pirs kir û hêviya saxî û temendirêjiyê jê re xwest.