Serok Barzanî pêswazî li General Brennan kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Sêşemê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General John Brennan kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de, rewşa meydanî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hatine guftûgokirin.
Di hevdîtinê de, tekezî li hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de û pêngavên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge hate kirin.
Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de jî şanda mêvan girîngiya dostanî û hevbeşiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de anî ziman.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin