Serok Barzanî: Mamoste Kerîm Ehmed serkirdeyekî diyar û dilsoz bû

14 tîrmeh 2022 21:02
Serok Barzanî: Mamoste Kerîm Ehmed serkirdeyekî diyar û dilsoz bû

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya Mamoste Kerîm Ehmed sersaxî da malbat û hevalên wî yên li Partiya Komunîst a Kurdistanê.

Serok Barzanî di peyam xwe de got: “Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdar ê Kurd û Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Mamoste Kerîm Ehmed bihîst.”

Serok Barzanî diyar kir: “Mamosta Kerîm Ehmed serkirdeyekî diyar û dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistan û Iraqê bû û kedkarane temeneke dûr û dirêj ji bo azadîxwazî û xebata dijî sîtemkariyê terxan kir û roleke wî ya berbiçav di tevgera rizgarîxwaz a Kurd de hebû û bîranîna wî têkoşerê mezin herdem bi xêr e.”

Serok Mesûd Barzanî herwiha diyar kir: “Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbata têkoşer Mamosta Kerîm Ehmed û rêhevalên wî, li Partiya Komunîst û hemû niştimanperwerên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî got: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê xwedê jêrazî Mamosta Kerîm Ehmed bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.”

Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kerîm Ehmed Îro danê sibehê li Hewlêrê di 100 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.