Serok Barzanî li Soranê besdarî bernameya derçûna xuleke Pêsmergeyan bû
PeyamaKurd- Serok Barzanî li bajarê Soranê beşdarî bernameya derçûna xuleke Pêşmergeyan bû. Merasîmê bi sirûda niştimanî ya Ey Reqîb destpê kir.
Serok Mesûd Barzanî gihişte Soran û li beşdarî merasîma derçûna Lîwaya 2yemîn a yekeya 80mîn ya Pêşmergeyan bû.
Di xula perwerde û rahênankirinê de hezar û 139 Pêşmerge hatin perwerdekirin û di merasîma bidawîkirina xuleyê de jî, çendîn çalakî û numayişkirina leşkerî hatin encamdan.

Serok Barzanî li Soran
Biryar e di merasîmê de Serok Barzanî axaftinekê bike û di dawiya merasîmê de bawernameyên Pêşmergeyan bêne dayîn.


Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin