56emîn Konferansa Munchenê îro dest pê dike, Serokwezîr Barzanî jî besdarî civînê dibe

14 sibat 2020 15:58
56emîn Konferansa Munchenê îro dest pê dike, Serokwezîr Barzanî jî besdarî civînê dibe

PeyamaKurd -­ Pêncî û Şeşemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê dest pê dike û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar dibe.

Konferans li Munchenê dest pê dike

Îro îniyê (12.02.2020) 56emîn Konferansa Cîhanî û Salane ya ewlehiyê, dîsa mîna her car, li bajarê Munchenê Almanya dest pê dike.

Di konferansa îsal de, çendîn serokwezîr, wezîrên derve, wezîrên berevaniyê û nûner û mezinên welatên cîhanê beşdar dibin.

Serokwezîr Barzanî dê bi Pompeo, Borîsov û Krampf re bicive

Li gorî agahiyan, Mesrûr Barzanî dê di kevana konferansê de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov û wezîra berevaniya Almanya Angirêt Kramp re bicive.

Wekî salên berê îsal jî Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekê fermî hatiye vexwendin, da ku beşdarî di Konferansa Asayişê ya Munchenê de bike.

Konferansa îsal a Munchenê 56mîn gera wê konferansa navdewletî ya ewlehiyê ye ku dê ji 14 heta 16ê Sibatê li bajarê Munchen ê Almanyayê bihê lidarxistin.

Di wê konferansa cîhanî de, biryar e gotûbêj li ser pirsgirêkên ewlehiyê û herwiha dilgiraniyên paşrojê yên di ware ewlehiyê de, bi taybet jî ku pêşkevtina teknolojiyê berdewam e, bihê kirin.

Di konferansa îsal a Munchenê de, dê bêtir behsa berevanî û siyaseta ewlehiyê, ewlehiya elektronî û gefên teknolojiyayê, ewlehiyaa mirovayetî û aborî, çavkaniyên ewlehiyê û herwiha ewlehiya derveyî sînorê welatan, bê kirin.