Konferansa Astiyê ya Ûkraynayê destpê dike
PeyamaKurd - Konferansa aştiyê ya bi armanca bidawîkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê tê lidarxistin îro li Swîsreyê dest pê dike.
Tevî ku Rûsya aliyek şer bû jî, ji ber daxwaza hikûmeta Ûkraynayê, ji bo konferansê nehate vexwendin û ji ber vê yekê, konferans beriya destpêkê bû sedema rexne û nîqaşên tund.
Aliyên ku bi rik, piştgiriya danîya pêwendiyan ên li gel Rûsyayê dikin daxwaz dikin ku Moskow jî tevlî pêvajoyê bibe û aliyê Ûkraynayê jî vê egerê dinirxîne.
Ji ber ku ev konferansa ku li ser hêmanên formula aşitiyê ya 10 xalî ku di dawiya sala 2022an de ji aliyê Serokkomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ve hatibû pêşkêş kirin tê lidarxistin, tê çaverêkirin ku encamên gring dernekevin holê û wekî hewldanek sembolîk ku Kiev di civaka navneteweyî de bi ser bikeve tê dîtin.
Welatên G7 ku vê hefteyê li Romaya paytexta Îtalyayê li hev civiyan, li ser desteserkirin û ji bo Ûkraynayê xerckirina mal û sermayeyên Rûsyayê li hev kirin, lê belê pirsên ku mohra xwe li lûtkeyê xistin ew bûn ku 'her du welat çawa dikarin ji şerekî ku bûye sedema mirin û birîndarbûna bi sedhezaran mirov û lêçûna bi sed mîlyar euroyî bizivirin' û 'çawa dikarin di dawiyê de çekan bêdeng bikin' bûn.
Civîn tê di demekê de ku hêzên Rûsî li rojhilat û bakur-rojhilatê Ukraynayê destkeftiyên axê bi dest dixin, û desthilata xwe li ser çaryeka welat berfireh dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin