‘Konferansa astiyê ya Ûkraynayê’ li Îsvîçre destpêkir
PeyamaKurd – Bi mazûrvaniya dewleta Îsvîçre bi tevlîbûna 100 welat û rêxistinan, li bajarê Bürgenstockê ya Îsvîçreyê ‘Konferansa Aştiyê ya Ûkraynayê’ destpêkir. Di konefransê de wê li ser rêyên adil û aştiya mayînde biaxifin.
Destpêka konferansê bi axaftina serokê konfederasyona Îsvîçre Viola Amherd destpêkir. Amherd di axaftina xwe de got ku pêvajoya aştiyê eger Rûsya di nav de nebe nabe û şaresriya ji bo wexteke dirêj, bi desteka civaka navdewletî, divê her dû teref jî di navde bin. Amherd got ku li pêşiya wan rêyekî dirêj heye û weha dewam kir:
“Di vê zîrwê de em dikarin nêzî têgihîştina dawî bibin. Wê di zîrwê de ji her çar aliyê dinyayê fikir bên beyankirin û niqaşa babetê bikin. Her çendîn hedef armanceka başe jî, ji bo bigihên hedefê, divê xebat bên kirin û di berjewendiyên me hemûyan de ye. Weke civaka navdewletî em dikarin bibin alîkarê vekirina rêya çareseriyê.”
Piştî Amherd, serokê Ûkraynayê Zelenski axifî û got ku eger ji aliyê civaka navdewletî de bê qebûlkirin, wê teklîfekî pêşkêşî Moskovayê bike da şer bi dawî bibe.
Cîgira serokê Amerîkayê ya Biden, Kamala Harris jî tevlî zîrwê bû lê Çîn û Rûsya tevlî civînê nebûn. Rûsyayê dawetî zîrwê nekiribûn lewra Çînê got ku Rûsya tevlî zîrwê nebe, tevlîbûn wê bê vate ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin