Hevdîtinên astiyê yên navbera Pakistan û Afganistanê li Îstenbolê destpêkirin

25 cotmeh 2025 20:01
Hevdîtinên astiyê yên navbera Pakistan û Afganistanê li Îstenbolê destpêkirin

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniya Pakistanê Khawaja Muhammed Asif ragihand ku her dû teref li pey agirbesa navbera her dû dewletan diçin û eger lihevkirin nebe bijarteya wan ya şer heye. Armanca hevdîtinan ew e ku karibin agirbesê ji bo wexteka dirêj bicîhbînin mekanîzmayekî ava bikin. Khawaja Muhammed Asif got:

“Eger peyman çênebe li ber me ketina şer heye lê me dît ku aştiyê dixwazin. Piştî Qatar û Tirkiye ketin navbera me û me agirbesê çêkir ev 5 roje ti bûyerekî neqewimiye û her dû teref jî li pey agirbesê diçin.”

Her dû dewlet berê li Dohayê li Qatarê li hev civiyabûn û di 19ê Cotmehê de peyman girêdabûn. Niha li ser mekanîzmayekî dixebitin da ava bikin ku peymana agirbesê dewam bike. Niha civîna wan ya 2em li Îstenbolê dewam dike.