DEM Partî: Hevdîtinên di navbera MÎT û PKKê de li Qendîlê hene

16 gulan 2026 10:21

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari diyar kir ku di navbera Teşkîlata Hewalgiriyê ya Tirkiyeyê (MÎT) û serkirdayetiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li çiyayê Qendîlê hevdîtin û gotûbêj birêve diçin.

DEM Partî: Hevdîtinên di navbera MÎT û PKKê de li Qendîlê hene

RûpelNews - Hevseroka DEM Parti Tulay Hatimogullari beşdarî bernameya Îlke TV bû li ser proseya aştî axivî. 

Hatimoğulları, derbarê nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de belav bûne, ragihand: "Em piştrast dikin ku li Qendîlê di navbera MÎT û rayedarên PKKê de hevdîtin hene, lê agahiyên me yên hûr û kûr li ser hûrguliyên bingehîn û naveroka van civînan nîn in." Hatimoğulları bal kişand ku pêvajoya aştiyê bi "hêdî" dimeşe û hêviya xwe anî ziman ku ev hevdîtin bibin sedema derbaskirina rawestîna heyî.
Daxwazên hikûmetê û nexşerêya danîna çekan
Ji aliyekî din ve, rojnameyeke nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê ragihand ku şandeke MÎTê bi awayekî rasterast bi serkirdeyên Qendîlê re di peywendiyê de ye. Enqereyê ji PKKê daxwaz kiriye ku "nexşerêyeke" zelal pêşkêş bike ku tê de plan, dema danîna çekan, awayê vegera endaman û hilweşandina struktura rêxistinî cîh bigire.
Li gorî zanyariyan, tê pêşbînîkirin ku daxwaz û pêşniyarên PKKê di nava çend rojan de bigihin hikûmetê. Piştî berawerdkirina daxwazên her du aliyan, tê hêvîkirin ku biryareke hevbeş û dawî li ser pêvajoya aştiyê ya giştî bê dayîn.
Dîroka pêvajoyê (2024 - 2025)
Ev geşedanên nû wekî berdewamiya pêvajoya aştiyê tên dîtin ku di Cotmeha 2024an de bi destpêşxeriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de çend qonaxên girîng hatin derbaskirin:
27ê Sibata 2025an: Abdullah Ocalan bangeke dîrokî kir ji bo bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî.
4-5ê Gulana 2025an: PKKê di Kongreya xwe ya 12an de biryara fermî ya bidawîkirina hebûna xwe ya rêxistinî da. Ev biryar rê li ber qonaxa niha vedike ku tê de amadekariyên lojîstîk û yasayî ji bo danîna çekan tên kirin.