Serok Barzanî li gel sandeya ENKSyê civiya
21 rêbendan 2025 16:40
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê (21.01.2024) li Selahedînê, li gel şandeya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) civiya.
Li gorî daxuyaniya baregeha sereke ya Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Rojavayê Kurdistanê, encamên diyalog û hemahengiya di navbera aliyên kurdên Rojavayê Kurdistanê de û her weha serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ya bo Serok Barzanî hatiye gotûbêjkirin.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser girîngiya yekrêzî û hemahengî û karê hevbeş di navbera aliyên Kurdistanî de li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî bi sanda PDK-Sê re civiya
26 mjd 2025
Cîhan
Ahmet Davutoglu bi serok Barzanî re civiya
18 mjd 2025
Kurdistan
Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî Civiyan
06 sbt 2026
Rojhilata Navîn
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Urdunê re civiya
03 sbt 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin