Serok Barzanî li çeperên rojavayê dîcle Cejna Pêsmerge pîroz kir
PeyamaKurd – Serok Barzanî bi munasebeta Cejna Qurbanê, serdana çeperên Pêşmerge yên li cepheya Rojavayê Dîcle kir û pîrozbahiya cejnê li fermande û Pêşmergeyên li wê cepheyê û yên li seranserê Kurdistanê kir.
Roja sêyem a Cejna Qurbanê bi mebesta halpirsîn û pîrozbahiya cejnê, Serok Barzanî serdana çeperên hêzên Pêşmerge yên li cepheya Rojavayê Dîcle kir. Destxweşî li serkeftina Pêşmerge ya di şerê dijî terorîstan de û şerê bergiriyê li xak û nîştiman kir û pesnê cangorî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge da ku bi serbilindî ax û nîştiman parastin.
Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi destanên berevaniya li ax û nîştiman, ragihand ku xweragirî û qehremaniya Pêşmerge bû ku dîrok ji bo gelê Kurdistanê tomar kir û bi sedema wê destana pir li şanaziyê plana nehiştina destkeftên gelê Kurdistanê rawestand.
Serok Barzanî, bi taybet silav bo şehîdên bergirî li xak û nîştiman kirî û hemû şehîdên Kurdistanê hinart û hêviya başbûnê bo birîndaran kir. Herwiha ragihand ku îrade û hêza Pêşmerge Kurdistan parast û ev yeke bo pêşmerge cihê serbilindî û şanaziyê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin