Bêrîvan Aymaz: Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket

04 sibat 2026 21:30

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Alîkara Serokê Parlamentoya Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê Bêrîvan Aymazê kir.

Bêrîvan Aymaz: Serok Barzanî xwedî li doza Rojavayê Kurdistanê derket
Bêrîvan Aymaz û Serok Barzanî
Nivîskar: editor2

RûpelNews- Di civîna Serok Barzanî û Bêrîvan Aymaz ku îro li navçeya Pîrmamê yê Hewlêrê hat pêkanîn de rewşa Rojavayê Kurdistanê û kar û barên diyasporayê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Bêrîvan Aymaz kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî anî zimên.

Bêrîvan Aymaz sipasiya Serok Mesûd Barzanî kir ku di rûdan û metirsiyên van demên dawî de xwedî li doza kurdên Rojavayê Kurdistanê derket û hewlên wî yên ji bo parastina gelê kurd ê li Rojavayê Kurdistanê girîngiya xwe hebûn.

Aymaz her wiha ji bo gihandina alîkariyan û çûna bi hawara mexdûrên li Rojavayê Kurdistanê sipasiya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) jî kir.

Siyasetvana kurd Aymaz hêviya xwe ya bihêzbûna Herêma Kurdistanê anî zimên.

Bêrîvan Aymaz herwiha ji ber piştgiriya wî ya ji bo kar û barên diyasporaya kurd a li derveyî welêt jî sipasiya Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî: Divê ziman û nasnameya xwe biparêzin

Li aliyê din, Serok Barzanî di civînê de pîrozbahî li Bêrîvan Aymaz kir ku bi hewl û şiyana xwe kariye li Almanyayê bigihêje pileyeke siyasî û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serok Barzanî bal kişand ser kar û barên diyasporayê, şîret û rêkarên pêwîst ên di vê derbarê de pêşkêş kirin.

Serok Barzanî di çarçoveya vê mijarê de tekezî li ser girîngiya parastina nasname û zimanê kurdî ya di nav kurdên derveyî welêt de kir.

Li gorî daxuyaniyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê mijarên din ên civînê bûn.