Serok Barzanî Konsolê nû yê Tirkiye yê Hewlêrê qebûl kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topcu kir.
Di hevdîtina ku serdana Serok Barzanî ya Bexdayê ya hefteya borî mijara sereke bû de Serok Mesûd Barzanî qala sedemên serdana xwe kir û tekez kir ku hevtêgihîştin û diyalog di çarçoveya destûrê de, baştirîn rê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Serok Barzanaî herwiha di erkê xwe yê nû de hêviya serkeftinê li konsulê nû yê Tirkiyeyê Erman Topcu kir.
Di hevdîtinê de Konsulê nû yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê silavên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan arasteyê Serok Barzanî kir û tekeziyê li wê yekê kir ku Tirkiye xwazyar e ku di navbera wê û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên baş hebin.
Di hevdîtinê de Konsol Erman Topcu qala serdana Serok Barzanî ya Bexdayê kir û sedrdana wî wek serdaneke dîrokî pesindar kir.
Rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin