Serok Barzanî: Koça dawiyê ya Madeleine Albright ji bo min xisareteke mezin e
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamek di derbarê koça dawî ya Wezîra Karên Derve ya berê ya Amerîkayê Madeleine Albright de belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kir de da zanîn: “Koça dawiyê ya Madeleine Albright ji bo min xisareteke mezin e, em bi dehan salan dostên hev bûn. Sersaxiya xwe bi hikûmeta Amerîka û malbata wê re radigihînim.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Madeleine Albright yekem jina ku Wezareta Karên Derve ya Amerîka girt û yek ji kesayetiyên siyasî yên herî bibandor di serdema xwe de bû. Do ji ber nexweşiya penceşêrê di 84 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Herwiha Albright di serdema Serok Bill Clinton de, di navbera salên 1997 û 2001ê de posta Wezareta Karên Derve girtibû û di heman demê de balyoza welatê xwe li Netewên Yekgirtî bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin