Keremê Anqosî koça dawiyê kir, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê wesand
PeyamaKurd - Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî, îro li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.
Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî ku li Gurcistanê di her warî de ji bo çanda û zimanê kurdî û mafên kurdên li Gurcistanê tev digeriya û dixebitî îro li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir. Rojnamevan Bella Sturkî, li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Keremê Anqosî canê xwe ji dest daye.
KEREMÊ ANQOSÎ KÎ YE?
Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî, di 10’ê cotmeha 1937’an de li Tiflîsa Gurcistanê hatiye dinê. Dê û bavê wî xelkên Tûrkê, gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiya ne. Anqosî di sala 1956’an de li Tiflîsê dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike. Piştî lîseyê kuta dike li Zanîngeha Dewletê ya Tiflîsê li Fakulteya Fîzîkê bi cih dibe. Paşê diçe Fakulteya Rojhilatnasiyê û di sala 1961’ê de li heman fakulteyê mezûn dibe. Di sala 1963’yan de Anqosî dibe laborant û pişt re bi kar û barên zanistiyê re bilî dibe.
Anqosî li Gurcistanê yek ji daner û edîtorê sereke yê Radyoya Kurdî ye. Ji 1978’an heta 2004’an li Radyoya Gurcistanê di beşa Kurdî de dixebite. Piştî ji aliyê hikûmetê ve bo 3 salan weşana radyoyê tê rawestandin di sala 2007’an de bi navê Radyoya Ronkaî (FM 100.9 TIFLÎS) careke din karê xwe yî radyoyê dike. Ligel karê radyoyê Anqosî, li Gurcistanê hema bêje di her saziyî de derdikeve pêşberî mirov. Di sazî û dezgehên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênekêşên Kurd, Zankoya Gelêrî Ji bo Niştecihên Kurd a Êzidiyên Kurdistanê dixebite. Navenda Dînê Êzdiyan ava dike, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye. Anqosî li Komara Gurcistanê gelek caran ji bo komîsyon û saziyên wek Dadgeha Bilind a Gurcistanê, Endamê Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, Endamê Heyeta Presîdîûmên Civaka Tiflîsê hatiye hilbijartin. Her wiha gelek caran hatiye xelatkirin û ji van xelatan yek jê jî “Nîşana Rûmetê ya Georgiya” ye.
SEROK BARZANÎ PEYAMEKE SERSAXIYÊ BO ANQOSÎ BELAV KIR
Îro Baregeha Serok Barzanî peyameke serxweşiyê ji ber koça dawî ya kurdê Gurcistanê Keremê Enqosî belav kir.
Naveroka peyama Baregeha Serok Barzanî waha ye:
Peyama serxweşiya Baregeha Barzanî ya ji bo koça dawî ya kesayetiyê Kurdê Gurcîstanê Keremê Enqosî
Ji bo malbata xwedê jêrazî Keremê Enqosî
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê Kurdê Êzîdî yê Gurcîstanê û bîrmend û nivîskar û hunermend Keremê Enqosî gihîşt me. Ew kesekî niştimanperwer bû û li warên cûda cûda ya li jiyana xwe da xizmetekî zêdeyê doza Kurd kiriye û ji dest dana wî ziyaneke mezine.
Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û tevahiya Kurdên Gurcîstanê û welatên Sovyeta berê dikîn û xwe bi hevbeşa xema we dizanîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî Keremê Enqosî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê jî bide hemû aliyek.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin