Serok Barzanî ji Balyozê Alman re behsa metirsiyên operasyona Tirkiyê ya ser Rojava kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Almanya yê Iraqê Martin Jaeger û şanda pê re kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de metirsiyên îhtimala operasyoneke nû ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û derencamên wê hatin guftûgokirin.
Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Almanya yê Iraqê, di civînê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê axivîn û herwiha metirsiyên îhtimala encamdana operasyoneke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û derencamên wê hatin guftûgokirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê hat tekezkirin û rewşa Şingalê û koçberên Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin