Serok Barzanî: Divê hewlên bo rûbirûbûna terorê berdewam bikin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro Sêşemê 20ê Kanûnê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Cho Kijoung kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina ku li Selahedîn birêve çû de, Konsulê Giştî yê Koreya Başûr pêzanîna xwe ji bo rola Serok Barzanî di parastina pêkhateyên olî û netewî û piralî nîşan da û got, ev yek ciwanî û hêz û dewlemendî daye Kurdistanê û herwiha ew hevsengiya ku di navbera pêkhateyan de heye, bûye sedema îstiqrarê.
Konsulê Giştî yê Koreya Başûr pêzanîna xwe ji bo rola Pêşmerge jî di têkbirina DAIŞê de aniye ziman.
Serok Barzanî tekezî li parastina pirolî û netewî û pêkvejiyana biratî ya pêkhateyan û garantîkirina seqamgîrî û asayîşê kir û diyar kir, divê hewlên ji bo rûbirûbûna terorê berdewam bin, ji ber ku li ser hemû navçe û pêkhateyan gef e.
Di civînê de herwiha tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin