Serok Barzanî Cejna Karkeran bi silavên germ pîroz kir!

01 gulan 2020 15:36
Serok Barzanî Cejna Karkeran bi silavên germ pîroz kir!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran 1ê Gulanê peyameke pîroziyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de, Cejna Karkeran li karker û xebatkarên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê pîroz kir û silavên xwe yên germ pêşkeşî wan kirin.

Serok Barzanî hêviya başiyê ji karkeran re xwest û bal kişand ser ku keda wan ji bo mirovahiyê gelekî hêja ye.