Serok Barzanî bo welatiyan: Helwesta we dîrokî ye

04 sibat 2026 13:02

Serok Mesûd Barzanî, di peyamekê de ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, sipasiya welatiyan kir û got, “Ev helwesta wan dîrokî ye û cihê serbilindî û rûmet û qedirgirtinê ye.”

Serok Barzanî bo welatiyan: Helwesta we dîrokî ye
Serok Barzanî
Nivîskar: editor2

RûpelNews- Serok Barzanî, peyameke nivîski di derbarê alîkarî û piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de belav kir û sipasiyên xwe pêşkêşî hemû welatiyên Kurdistanê kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Gelek spasiya hemû welatiyên delal ên Kurdistanê dikim ji bo bi deng ve hatina wan a dilsoz, di berhevkirina alîkarî û piştgiriyê de ji bo xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê. Ev helwesta wan dîrokî ye û cihê serbilindî û rûmet û qedirgirtinê ye.

Herwiha, destxweşî û spasiyên taybet ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû rêxistin û alî û kesayetî û medyayên ku di berhevkirina alîkarî û pêdivî û piştgiriyê de ji bo xuşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê de rol lîstine, dikim û hewl û keda wan bi bilind dinirxînim. Erkeke neteweyî û niştimanî bi awayê herî baş pêk anîn. Bêguman ev helwest dê bandorê li ser bilindbûna hesta niştimanperwerî û hişyariya neteweyî de bike.

Xelkê delal ê Kurdistanê careke din ew ê rastiyê ji hemû cîhanê re dubare kirin ku gelê Kurdistanê di xweşî û nexweşiyê de hevpar û hevxem û pişt û penaya hev in.”