Serok Barzanî bi Helbûsî re hewlên pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kir

07 berfanbar 2021 19:35
Serok Barzanî bi Helbûsî re hewlên pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Kanûnê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pê re kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serokê Hevpeymaniya Teqedum sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên Pêşmergeyên ku di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de, di çend rojên borî de şehîd bûne gihandin Serok Barzanî.

Di beşeke din a hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, encamên hilbijartinên Parlamentoyê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Herwiha her du aliyan tekezî ji bo cîbicîkirina pirensîpên şirîkatî, hevsengî û çaksaziyê di hikimdariya qonaxa bê de kirin, da ku Iraq ji qeyran û aloziyan rizgar bibe.