Serok Barzanî besdarî çalakîya Helebceyê bû
PeyamaKurd - Serok Barzanî beşdarî çalakîya bibîranîna Komkujîya Helebceyê bû.
Serok Barzanî îro şemîyê (16.03.2019) di 31emîn salvegera bibîranîna Komkujîya Helebceyê ya 16ê adara 1988an û qurbanîyên wê, li Navenda Biryargeha Barzanî beşdarî çalakîya rêzgirtinê bû.
Di tora xwe ya civakî twitterê de Serok Mesûd Barzanî ragehand: ‘’Ez beşdarî bêdeng rêz girtinê ya li Baregeha Barzanî ya ji bo şehîdên Helebçê bûm, ku roja 16ê Adar a 1988ê bûn armanca êrîşekî hovane ya kîmyayî ji aliyê rejîma Sedam Husên we.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin