Serê Îsraîl û Hizbullahê; Li basûrê Lubnanê 5 leskerên Îsraîlê û 3 rojnamevan hatin kustin

25 cotmeh 2024 18:31
Serê Îsraîl û Hizbullahê; Li basûrê Lubnanê 5 leskerên Îsraîlê û 3 rojnamevan hatin kustin

PeyamaKurd –  Piştî dijwarbûna şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, artêşa Îsraîlê kuştina 5 leşkerên xwe ragihand û medyaya lubnanî jî ragihand ku di êrişên vê dawiyê yên balafirên Îsraîlê de 3 rojnamevan hatine kuştin. Ev qurbanî di demekê de rû didin ku êrîşên mezin ên artêşa Îsraîlê bi ser deverên curbicur ên Lubnanê ve berdewam dikin.

Îsraîlê îro ragihand ku 5 leşkerên wê li başûrê Lubnanê hatine kuştin. Di daxuyaniyekê de, artêşa îsraîlî navên çar leşkeran eşkere kir û got ku ew roja çarşemê, di şerê Lubnanê de mirine. Di daxuyaniyeke cuda de jî hat ragihandin ku roja pêncşemê serbazekî din li başûrê Lubnanê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê jî, saet derdora 03:30an de li nêzî sînorê Sûriyeyê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 3 kes mirine. Kanala televizyona El-Mayadîn a Lubnanê ragihand ku Xesan Necar kameramanê kanala wan û Mihemed Riza endazyarê weşanê di encama êrişekê de hatine kuştin ku salona rojnamevanan a devera Hasbiyayê ya li başûrê Lubnanê kiriye armanc.

Kanala El Manarê jî ragihand ku wênegirê kanala wan ê bi navê Wissam Qasim di êrîşeke Îsraîlê de li Hasbiyê hatiye kuştin.