Îsraîlê pistî êrîsa Hizbullahê 40 deverên basûrê Lubnanê bombebaran kir

25 tebax 2024 11:27
Îsraîlê pistî êrîsa Hizbullahê 40 deverên basûrê Lubnanê bombebaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştî ku doh Hizbullaha Lubnanê bi moşekan êrîşî nav Îsraîlê kir, bi balafirên şer li başûrê Lubnanê armancên Hizbullahê bombebaran kir. Bi destpêkirina bombebarana Lubnanê re, hemsû geştên asmanî yên Tel Avîvê jî hatin rawestandin.

Hizbulahê ragihand ku wan ji bo tola Fuad Şukir dest bi êrîşê kiriye û Îsraîlê jî êrîşa ser başûrê Lubnanê da destpêkirin. Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, bombebarana welatê xwe ji biryargeha leşkerî şopand.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari ragihand, Hizbulah xwe amade dike êrîşeke berfireh li ser axa wan pêk bîne û got, wan jî dest bi êrîşa xwe ya ser başûrê Lubnanê kiriye.

Hagarî da zanîn: “Kêlîka din ji axa Lubnanê moşek û roket berdan axa Îsraîlê, piştî vê yekê alarm hatin çalakkirin.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê bang li Lubnaniyên ku li başûrê Çemê Lîtaniyê dijîn kir ku ji wan deran derkevin û got, “Îsraîl dê hemû gefên li ser xwe ji holê rake.”

Li aliyê din Radyoya Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî 40 hedefên li başûrê Lubnanê kiriye.