Ji Îsraîlê bo serokê Hizbullahê: Dora wî dê were!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, piştî êrîşên dijwar ên ku li seranserê Lubnanê hatin kirin, daxuyaniyên tund dan û bi awayekî rasterast Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim kir hedef.
RûpelNews - Di daxuyaniyeke giştî de piştî êrîşên dijwar ên artêşa Îsraîlê li seranserê Lubnanê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku operasyon li dijî navend û pozîsyonên Hizbullahê hatine kirin.
Katz tekez kir ku artêş bi heman demê de li herêmên cuda yên Lubnanê operasyonan dimeşîne û diyar kir ku cihên hatine hedefgirtin navendên ku endamên Hizbullahê lê dimînin in. Ev daxuyanî di demekê de hat ku Îsraîl zexta leşkerî li Lubnanê zêde dike.
Gefeke rasterast li Naîm Qasim
Di daxuyaniya xwe de Katz, ku gotibû wan berê hişyarî dabû Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim, gotineke gefeke tund li wî xwar.
Wezîrê îsraîlî, bi gotina "Dora wî jî dê were," raste rast gefeke kuştinê lê xwar.
"10 xulekan de 100 hedef"
Katz her wiha îdiayeke balkêş derbarê pîvana êrîşên ku li seranserê Lubnanê hatine kirin, anî ziman.
Katz, diyar kir artêşa Îsraîlê di nav 10 deqeyan de êrîş birine ser 100 hedefên cuda, vê yekê wekî "lêdana kolektîf a herî mezin li Lubnanê" bi nav kir.
Daxuyaniyê derbarê cihên rast ên hedefan, bandora êrîşan li ser erdê, an jî qurbaniyên muhtemel de agahiyên berfireh neda.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew piştgiriya nêzîkatiya Serokwezîr Binyamin Netanyahu dike ku eniyên Îranê û Lubnanê wekî mijarên cuda bihewîne.
Katz destnîşan kir ku ew pesnê helwesta xurt a Netanyahu ya li ser vê mijarê dide, di heman demê de bi awayekî eşkere îşaret pê kir ku êrîşên li ser Lubnanê dê berdewam bikin.
