Hizbullahê jî tev li şer bû, Îsraîlê bi tundî bersiv da
Hizbullahê li Hayfa’yê bi fûze û dronan êriş kir û li hember da Başûrê Lubnanê û herêma Dahiye ya Beyrutê bû hedefa êrîşên asmanî yên Îsraîlê
RûpelNews - Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyek ku îro (02.Adar 2026) weşandine, ragihand ku bi fûze û dronan êrîş li ser bingehê “Mişmar HaKarmel” li başûrê bajarê Hayfa’yê li Îsraîlê kir . Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wek bersiv şepoleke nû ya êrîşên asmanî li ser çend deverên Lubnanê dane destpêkirin.
Hizbullah got ku ev êrîş “wek tola xwîna Îmam Hamaney û ji bo parastina Lubnan û gelê wê” hate kirin. Her wiha bal kişand ku êrîş û suîqestên domdar ên Îsraîlê li ser rêber û ciwanên wan “mafê parastinê û bersivdayînê” dide wan.
Bersiva Îsraîlê
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî fûze û dronên ku ber bi bakurê Îsraîlê ve hatibûn şandin, şepoleke nû ya êrîşên asmanî li ser erda Lubnanê dayine destpêkirin. Fermandarê Herêma Bakurê Artêşa Îsraîlê got: “Hizbullah^, rejîma Îranê bi berdêla dewleta Lubnanê hilbijart û wê evjî bibe sedema baxên giran giran.”
Eyal Zamir, cîgirê Serokê Erkanê Artêşa Îsraîlê jî got: “Me li dijî Hizbullahê, li Lubnanê şerê êrişan da destpêkirın. Divê em ji bo çend rojan ji şerê li wir amade bin.”
Teqîn li Beyrutê
Herêma Dahiye ya başûrê Beyrutê bû hedefa êrîşên tund. Ajansa Reuters li ser bingehê şahidan ragihand ku zêdetirî 12 teqîn li paytexta Lubnanê hatin bihîstin.
Hejmara qurbanan bilind dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daneyên dawî de ragihand ku di êrîşên Îsraîlê li başûrê Lubnanê û Dahiye ya Beyrutê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 31’an, û 149 kes birîndar bûne.
Hişyarî ji bo zêdetirî 50 gundan
Artêşa Îsraîlê hişyarîya bilez ji bo çolkirina zêdetirî 50 gundan li başûr û herêma Bekaa ya rojhilatê derxist. Ji niştecihan hate xwestin ku bi lez malên xwe bihêlin û herî kêm 1000 metre ji deverên şer dûr bikevin. Artêşê hişyar kir ku maneya nêzîkî bingehên leşkerî yên Hizbullahê “jiyanê dixe xeterê”. Di nav van gundan de Serifa, Maarub, Sel’a, Ayn Kana, Yahmur, Hanin, Yater, Mays el-Cebel û hin gundên din ên Qezaya Baalbek hene.
