Îsraîl: Artêşa Lubnanê bi Hizbullahê re hevkariyê dike

23 berfanbar 2025 17:00

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û ragihand, hêzên wan endamên Hizbullahê li başûrê Lubnanê armanc kirine û 3 endamên Hizbulla kuştine.

Îsraîl: Artêşa Lubnanê bi Hizbullahê re hevkariyê dike

EuronuNews- Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew hevkariya di navbera artêşa Lubnanî û Hizbullahê de pir xeternak dibîne. Di heman demê de îdîa kir ku yek ji wan di îstîxbarata artêşa Lubnanê de xizmet dikir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee dest nîşan kir hêzên wan, li başûrê Lubnanê di operasyonekê de 3 ajanên girêdayî Hizbullahê kuştine.

Li gorî Adrai, yek ji van kesan di heman demê de di yekîneya îstîxbaratê ya girêdayî Artêşa Lubnanê de xizmet dikir, û yekî din jî di yekîneya parastina hewayî ya Hizbullahê de li herêma Sidonê de kar dikir.