Senatorên Amerîkî, li ser operasyona Rojava bertek nîsan da
PeyamaKurd- Senatorê Demokrat ê Amerîkayî Chris Van Hollen û Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Frank Pallone, li ser operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, bertekên tund nîşan da.
Li gorî hat ragihandin, Chris Van Hollen û Frank Pallone, bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî, li ser operasyona hêzên artêşa Tirk a bi navê Pençe-Kiliç ku li dijî Rojava dest pê kiriye, bertek nîşan da.
Chris Van Hollen di peyama xwe de got ku
“Va em car din dest pê dikin. Erdogan bi mehan e digot ku ew ê êrîşê bibin ser mutefîkên me yên Kurd ên ku li dijî IŞÎDê şer dikin. Tiştê ku niha dike, divê kes pê nexape. Divê rêveberiya Biden, bi peyameke bihêz bersiva vê yekê bide.”
Frank Pallone jî got ku
“Erdogan, nexweşxaneyeke sivîl jî di nav de dest bi bombekirina binesaziya sivîlan kiriye. Ev, sedemeke din a xebata min e ku astengiyan ji bo firotina balafirên F-16 derdixim. Êrîşên Erdogan, nîşan didin ku divê em ji aliyê cebilxaneyê ve pê ewle nebin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin