Sûriye | Senatorên Amerîkî û Brîtanyayê bertek ji Trump re nîsan dan...
PeyamaKurd - Bertekên cuda ji daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser têkdana DAIŞê li Sûriyê û daxuyaniyên Koşka Spî li ser vekişîna ji Sûriyê re hatin nîşandan.
Her çiqas Rûsyayê û hin welatan biryara vekişandina hêzên Amerîkî bi erênî pêşwazî kirin jî bi taybet daxuyaniyên Brîtanya û Îsraîlê girîng bûn û hin senatorên Amerîkî jî biryar bi guman pêşwazî kirin.
BRÎTANYA: EM BEŞDARÎ GOTINÊN TRUMP NABIN
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Tobias Ellwood li ser daxuyaniya Trump got, "Ez qet beşdar nabim. DAIŞ ketiye diruvên din ên tundrewiyê û gefa wê hîn jî didome.”
ÎSRAÎL: EM Ê BANDORA WÊ BINIRXÎNIN
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî bal kişand ser ewlekariya Îsraîlê li herêmê û got, "Em dê çawaniya dema teqwîmê (vekişandinê) û bandora wê ya li ser xwe binirxînin. Her çi dibe bila bibe, em dê ji bo dabînkirina ewlehiya Îsraîlê û li dijî herêmê xweparastina xwe berdewam bikin.”
‘ DÊ VEKIŞÎN SERKEFTINA DAIŞ, ESED Û RÛSYAYÊ BE’
Senatorên Komarî jî bertek nîşanî daxuyaniyên Trump dan. Senator Marco Rubio got ku vekişîna bilez û bi temamî ya leşkerên Amerîkî ji Sûriyê xetayeke mezin e.
Senatar Lindsey Graham destnîşan kir ku dê ev çalakiya vekişînê ji bo DAIŞê, Beşar Esed û Rûsyayê serkeftineke mezin be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin