Senator Graham: Em pistgiriya Kurdistaneke bihêz dikin

29 sibat 2024 14:00
Senator Graham: Em pistgiriya Kurdistaneke bihêz dikin
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkî Lindsey Graham diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya Kurdistaneke bihêz û mafên rewa yên gelê Kurd bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî li Washingtona paytexta Amerîkayê bû û li wê derê bi Senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiya.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî spasiya Amerîka û Senator Graham kir ji bo piştevaniya berdewam a Herêma Kurdistanê û behsa pêşhatên dawî yên li Iraqê û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal kir.

Lindsey Graham kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Mesrûr Barzanî ya Washingtonê nîşan da û got: “Her tim piştevaniya Kurdistaneke bihêz û daxwaz û mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikim, bi taybetî dabînkirina ewlehî û aramiyê, dabînkirina maf û desthilatên darayî, budceya herêmê, destpêkirina hinartina petrolê û rêzgirtina li pêkhateya destûrî ya Kurdistanê.”