Îbrahîm Kalin û Senatorê Amerîkî Graham li Stenbolê civiyan
03 tîrmeh 2022 00:06
PeyamaKurd – Senatorê Komarîparêz ê Amerîkayê Lindsay Graham û Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, li Koşka Mabeyn a Stenbolê hevdîtinek pêk anîn.
Serokomariya Tirkiyê piştî wê hevdîtinê ragihand ku di civînê de, dualî yên siyasî, aborî, têkoşîna dijî terorê, pîşesaziya berevaniyê, şerê Rûsya-Ukrayna, veguhestina zadê Ukraynayê bi ser Derya Reş de û mijarên herêmî yên têkildarî Sûriye û deryayên Ege-Spî hatine gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de, mijara Konsepta Stratejîk a nû ya NATOyê û herwiha mijara hevkariya pîşesaziya berevaniyê û pêşveçûna di kirîna F-16an de hatine axaftin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Senatorê Amerîkî bi berteka xwe rekor sikand!
02 nsn 2025
Cîhan
Enqere | Nêçîrvan Barzanî bi Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin re civiya
16 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin