Senator Graham bo îdiayên mirina Kim Jong-un: Nemiribe ezê sok bibim!

27 nîsan 2020 03:43
Senator Graham bo îdiayên mirina Kim Jong-un: Nemiribe ezê sok bibim!

PeyamaKurd – Senatorê Komarî yê Amerîkayê yê nêzîkî Serokê Amerîka Donald Trump, li ser îdia û nûçeyên mirina Serokê Koreya Bakur Kim Jon-un bal kişand ser bêdengiya li Koreya Bakur û got, “Heger nemiribe û bêkêr nebûbe ezê şok bibim.”

Grahan ji televizyona Fox News re axivî û derbarê mijara mirina Kim Jong-un de wiha pê de çû:

“Min yekser tiştek nebihîstiye, lê heger nemiribe û bêker nebûbe ezê şok bibim. Çimkî li welatekî wisa wekî terîqetekê girtî nikarin van pirsan heta hetayê bêbersiv bihêlin.”