Sedema mirina Lindsey Graham diyar bû

13 tîrmeh 2026 13:17

Hat ragihandin ku Senatorê Komarparêz ê Amerîkayî Lindsey Graham ji ber qetîna damara wî ya di aorta wî de jiyana xwe ji dest da.

Sedema mirina Lindsey Graham diyar bû

RûpelNews - Sedema mirina Lindsey Graham yek ji senatorên pêşeng ên Komarparêz di Kongreya Amerîkayê de ku şemiya borî wefat kir eşkere bû.

Li gor rapora otopsiyê sedema mirina senatorê 71salî 'qetîna aortê' bû. Ofîsa senator da zanîn kir ku ev tê wateya qetîna di damara sereke ya ku ji dil derdikeve de û ev ji ber nexweşiya dil û demaran a bi skleroziya arteriyan ve girêdayî çêbû.

Li ser mirina Graham ku kesekî nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump bû gelek kes îddiayên cuda belav kirin û ev jî bû sedema hin gumanan. 

Donald Trump ragihandibû beriya mirina wî digel Graham bi telefonê axivî bû û wiha got: "Hin gotegot belav dibin. Lê na, ez bawer dikim ku ew bi nexweşiyeke ji nişka ve ket. Krîza wî ya dil çêbû. Ew hevalê min bû, hevalekî pir nêzîk. Wefata wî bi rastî karesatek e."

Trump ferman da ku li seranserê Amerîkayê al heta êvara Şemiyê 18ê Tîrmehê, ji bo bîranîna Graham heta nîvê bê daxistin.