Sempozyûma “6 em ya Çiyayê Agiriyê û Kestiya Nûh” destpêkir
PeyamaKurd - Sempozyûma “6 em ya Çiyayê Agiriyê û Keştiya Nûh” di bin serpereştiya Zankoya İbrahim Çeçen ya Agiriyê de destpêkir. Zanko mazûrvaniya sempozyûmê dike, ji nav welat û derveyê welat 90 zanyarên zanistî tevlî sempozyûmê dibin.
Zanko bi nivîskî ragihand ku desteka sempozyûmê ji aliyê wezareta rewşenbiriyê, Parêzgeha Agiriyê, Şaredariya Agiriyê, Weqfa İbrahim Çeçen, Navenda Lêkolîna Arkeolojiyê û Dîroka Perwerdê û Geşepêdanê ya Belliyê û Ajansa Geşepêdana Serhedê de têkirin. Rektorê Zankoya İbrahim Çeçen ya Agiriyê Prof. Dr. Abdulhalik Karabulut weha got:
“Bi sed salaye ku Çiyayê Agiriyê bala seyyah, zanyar, kesayetî û qewmên dinyayê dikşîne ser xwe, li Tirkiyê û dinyayê bûye babeta kilam, efsane, lêkolîn, sînama, helbest û mîtolojiyê. Heya niha li dora 450 belavok di sempozyûman de hatine belavkirin û bûne pirtûk. Babeta wan li ser Çiyayê Agiriyê ye û di mijarên baweriyên olî, xweza û çanda xwezayî de ne.
Zankoya me jî weka çawa Tirkiyê ji bo 21 em sedsalê vizyon û hedefa zankoyan diyar kiriye, wê zankoya me jî roleka girîng tê de bileyîze. Zankoya me her sal herî kêm 2 kongreyên navdewletî çêdike. Hêvî dikim ev konferans ji bo bajarê me, zankoya me û civaka zanyariyê pêşiya li wan veke.”
Sempozyûm sibê diqede.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin