Termê lêkolînerê Îtalî yê 'Kestiya Nûh' li quntara Çiyayê Agiriyê hat vesartin
PeyamaKurd - Lêkolînerê Îtalî Angelo Palego yê 86 salî ku 35 sal in li ser Keştiya Nûh lêkolîn dikir, li ser wesîyeta wî termê wî li goristana quntarê Çiyayê Agiriyê bi axê hat spartin.
Angelo Palego ji sala 1986an heta niha li navçeya Bazîdê ya Agirîyê û li qûntara Çiyayê Agiriyê derbarê Keştiya Nûh de lêkolîn dikir. Palego berî 6 mehan ji ber rewşa tenduristiya wî giran bûye li Nexweşxaneya Bajêr ya Erziromê hatibû razandin û 15ê Tebaxa 2021ê jî jiyana xwe ji dest dabû.
Kesê bi navê Murat Şahînê karê geştiyariyê dike, piştî ku malbatê wekalet daye wî, li ser wesîyetê cenazeyê Palego ji morga nexweşxaneyê wergirtiye û aniye Bazîdê.
Şahîn gotiye, malbatê bi rêya konsolxaneya Stenbolê ya Îtalyayê wekalet daye wî û diyar kiriye, "Angelo Palego wesiyet kiriye ku 'Gava bimire wî li qûntara Çiyayê Agiriyê defin bikin' malbata wî xwe gihand me û bi rêya konsolxaneyê wekalet da min. Bi wekaletê min termê wî wergirt û li goristana li qûntara Çiyayê Agiriyê defin kir.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin