Selal Gedo: Rûsya û Amerîka wê rê nedin Tirkiyê êrîseke befireh bike
PeyamaKurd – Nûnerê ENKSê di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de Şelal Gedo di derbarê topbarankirina gundên derdora Til Temir û Zerganê de axivî û eşkere kir: “Rûsya û Amerîka wê rê nedin Tirkiyê êrîşeke befireh bike.”
Roja Sêşemê bi şev, hêzên hikûmeta Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, dest bi topbaankirina çend gundên li başûrê Zerganê û bakur û rojavayê Til Temirê kiribûn û di encamê de, 4 kesan can dabûn û 12 kesên din jî birîndar bûbûn.
Nûnerê ENKS di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de, di derbarê egera berfirehbûna van êrîşên Tirkiyê diyar kiriye: “Rûsya û Amerîka wê rê nedin Tirkiyê êrîşeke befireh bike.”
Şelal Gedo eşkere kiriye: “Bi nêrîna me, hîna glopa kesk tune ye ji bo êrîşeke berfireh li ser deverên Kurdî yan deverên ne Kurdî, ji aliyê artêşa Tirkiyê be yan opozisyona Sûriyê. Ev glopa kesk heta niha bi temamî xelkê nedaye, ku ew êrîş careke din çêbibe bi taybetî li ser bajarên mezin, ji ber ku dever aniha ne tenê Kurd lê dijîn, devera rojhilatê Firatê beşeke mezin e ji Sûriyê û bi baweriya me Amerîka glopa kesk vênaxe û Rûsya jî herwisa glopa kesk vênaxe ku êrîşek mezin bi taybet ji bo ser bajarên mezin çêbibe.”
Li gor medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve diyar kir, şeva Çarşemê careke din Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayî wê, bajarokê Zirgan û gundên derdora wê topbaran kirine û di encamê de 7 kes birîndar bûne û hemû ji bo nexweşxaneya Dirbêsiyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin