Amerîka bang li Rûsya kir: Destekê nedin Maduro

02 gulan 2019 03:30
Amerîka bang li Rûsya kir: Destekê nedin Maduro

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mike Pompeo bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov re axifî û bang li Rûsyayê kir da dev ji desteka serokê Venezuelayê Maduro berdin û mudaxele bi Venezuelayê nekin. Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Morgan Ortagus, di mijara telefona Pompeo û Lavrov de bo çapemeniyê bi nivîskî weha ragihand:

“Di axaftinê de Pompeo û Lavrov behsa pêşdeçûnên dawiyê yên li Venezuelayê kirine û Pompeo gotiye ku mudaxeleya Rûsya û Kubayê ji bilî Venezuelayê têkiliyên Rûsya û Amerîkayê jî bê îstîqrar kiriye.”

Pompeo do, bo çapemeniya Rûsyayê ragihandiye ku Maduro biryarê dabû ku welat terk bike lê Rûsya wî ji biryara wî dagerandiye.