Selahattin Demirtas hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Weimar a sala 2021ê hat dîtîn

11 berfanbar 2021 16:29
Selahattin Demirtas hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Weimar a sala 2021ê hat dîtîn

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Weimar a sala 2021ê hat dîtîn. Birayê Demîrtaş Suleyman Demîrtaş, di merasîma xelatdayînê de amade bû û li ser navê birayê xwe xelat wergirt.

Selahattin Demîrtaş ji girtîgehê nameyek şand merasîmê û tê de sipasiya saziya ku ew pêşniyar kiriye û Şaredariya Weimer kiriye; ligel van, ji Almanya heta Ewropayê, heta li her derê dinyayê silav ji bo kesên piştgiriya wî û girtiyên din kirine şandiye.

Di merasîma xelatdayînê de, Şaredarê Weimarê Peter Kleine ji bo sedema dayîna xelatê ji bo Demîrtaş da zanîn; "Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin ked daye. Ji bo demokratîkbûyîn, azadiya baweriyan û ji bo wekheviya ziman, çand û siyayî ya li Tirkiyeyê parastiye, Demîrtaş hêjayî xelatê hatiye dîtin."

Endamên Meclîsa Şaredariya Weimarê eşkere kirine, Demîrtaş ji sala 2016an de bêyî sûcek kiribe girtiye, girtina wî ne hiqûqî ye û wisa gotine: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di sala 2018 û 2020î de daxwaza berdana Demîrtaş kiriye."

Wezîra Çand û Çapemeniyê ya Almanyayê Claudia Roth jî beşdarî merasîmê bû û axivî. Roth ji bo Demîrtaşî destnîşan kir: "Ew dostê min e" û ev yek lê zêde kir: "Ew dilpola, yekî dilgerm û jîr e."

Berpirsê Komeleya Gelên di bin Gefê de yê Rojhilata Navîn Kemal Sîdo jî li merasîmê amade bû. Ji ber şewbê merasîm teng girtin, kesên bijarte beşdar bûn û herwiha merasîm online hat weşandin.

Xelata Mafên Mirovan a Weimar didin kesên ku di vî warî de xebat kirine. Xelat ji sala 1995an ve her sal roja 10ê Berfanbarê tê belavkirin. Par ev xelat dabûn Keşeyê Katolîk ê Hollandî Jozef Jan Michel Kuppens û Felicia K Monjeza ê ji Malavilyayê. Ji Kurdan Mebûsa HDPê parêzer Meral Daniş Beştaş di sala 1998an de ev xelat girtibû. Xelat ligel plaketê beramberî 5 hezar pereyê Euroye.


"GfbV" (Komeleya Gelên di bin Gefê de) ku navenda wê li Gottingenê ye mafên kêmareyan diparêze. Vê saziyê Demîrtaş ji bo xelatê pêşniyar kiribû û Meclîsa Şaredariyê ya Weimarê jî di civîna xwe ya roja 21ê Tîrmeha 2021ê de biryara dayîna vê xelatê dabû.