Demirtas hêjayî xelata Weimar a Mafên Mirovan hat dîtin
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji sala 2016an ve li Edirneya Tirkiyê girtî ye, hêjayî Xelata Sala 2021ê ya Weimer a Mafên Mirovan hat dîtin.
Li gorî nûçeya Deutsche Welle, encûmena bajarê Weimer ê li Gottingen a Almanya xebatan li ser mafên kêmneteweyan û gelên bindest dike (GfbV), li ser pêşniyara Şaredariya Weimarê doh 21ê Tîrmehê xelata bo Selahattîn Demirtaş pejirandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Demirtaş yek ji siyasetmedarê herî girîng ê serdema nêzîk e li Tirkiyê û hatiya diyarkirin, Demirtaş çareseriya aştiyane bo pirsa Kurd dixwaze, ji bo demokratîbûyînê, piştevaniya mafên Xirîstiyan, Elewî û Êzidîyan dike û wekheviya mafên ziman, siyaset û çandê bo Suryanî, Ermen û Rûman diparêze.
Biryare xelata Demirtaş bi merasîmekê di meha Kanûna 2021ê de bê dayîn ku nediyar e heta wê demê Demirtaş tê berdan an na.
Encûmena Şaredariya Weimarê sala borî jî Xelata Mafên Mirovan dabû Rehîbên Katolîk Jozef Jan Michel Kuppens û Malavili Felicia K Monjeza.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin