Sekreterê Gistî yê NATOyê: Biryara Rûsyayê zarar daye serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê

22 sibat 2022 15:13
Sekreterê Gistî yê NATOyê: Biryara Rûsyayê zarar daye serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê

PeyamaKurd Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya li ser naskirina herêmên cudaxwaz ên li rojhilata Ukraynayê, şermezar kir û da zanîn, wê biryarê zarar daye serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê.

Sekreterê Giştî yê NATOyê eşkere kir, Rûsya bi naskirina herêmên cudaxwaz yên li rojhilata Ukrayna, peymanên Mînskê binpê dike û got, ew naskirina, zararê dide hewildanên ji bo çareserîyê.

Stoltenberg da zanîn, Rûsya piştgiriya diravî û leşkerî dide herêmên cudaxwaz ên li rojhilata Ukrayna û aloziyê gurtir dike.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, Rûsya ji bo Ukrayna dagir bike hewil dide ku zemînekê çêke.