Sekreterê Gistî yê NATOyê: Li dijî Rûsyayê pistgiriya leskerî ya Ukraynayê bikin

21 rêbendan 2023 14:30
Sekreterê Gistî yê NATOyê: Li dijî Rûsyayê pistgiriya leskerî ya Ukraynayê bikin

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li dijî êrîşên nû yên Rûsyayê hişyarî da û got, "Li dijî Rûsyayê piştgiriya leşkerî ya Ukraynayê bikin." Stoltenberg di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku Rûsya xwe ji êrîşên nû re amade dike, ji ber wê jî divê demildest piştgiriya ji Ukraynayê re bê zêdekirin.

Stoltenbergê piştî Civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê ya ku li Baregeha Hewayî ya Ramsteîn a Amerîkayê ya li Almanyayê hat lidarxistin û piştgiriya ji bo Ukraynayê wê were gotûbêjkirin daxuyanî da, banga piştgiriyê li Ukraynayê kir.

"Rûsya amadekariya êrîşên nû dike"

Stoltenberg di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew pakêta nû ya îmkanên şer a ku ji bo xweparastina Ukraynayê hat ragihandin silav dikin û wiha got, "Rûsya ji bo êrîşên nû xwe amade dike. Ji ber vê yekê ji bo ku Ukrayna bi ser bikeve û herêmên xwe yên dagirkirî vegerîne, pêwîst e ku piştgirî zêde bibe." "

"Welatên NATOyê amade ne ku alîkariya Ukraynayê bikin"

Di daxuyaniya xwe de Stoltenberg diyar kir, Rûsyayê tu nîşanek ji bo amadekariya aştiyê nîşan neda, berevajî vê yekê amadekariya şerekî dirêj dike û got, girîng e piştgiriya ji bo Ukraynayê bê zêdekirin. Wî da zanîn ku divê Ukrayna bi destkeftên xwe yên li meydanê re xwedî hêzek be dema ku di pêşerojê de were ser maseya danûstandinan.

Herwiha di berdewamiya daxuyaniya xwe de Stoltenberg da zanîn ku wî parastina hewayî, wesayîtên şer ên piyade û alîkariyên wesayîtên zirxî yên ji Amerîka, Almanya, Fransa, Kanada, Danîmarka, Hollanda û Swêd, Îngilîstanê bi kêfxxweşî pêşwazî kirine û diyar kir, Fransa û Polonya amade ne tankên sereke yên şer û tankên sivik bidin.