Rûsyayê derbarê CEOyê Telegramê de biryara girtinê da

29 tîrmeh 2026 14:38

Rûsyayê derbarê Pavel Durov ê damezrîner û CEOyê Telegramê de bi tohmetên 'piştgiriya çalakiyên terorîstî' biryara girtinê ya navneteweyî da.

Rûsyayê derbarê CEOyê Telegramê de biryara girtinê da

RûpelNews - Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) îdia kir ku Telegram li ser rakirina wan kanal û botên ku ji bo hevrêzkirina kiryarên terorîstî û sabotajê li Rûsyayê dihatin bikaranîn, erka xwe bi cîh neanî.

FSBê îdia kir ku servîsên îstixbaratê yên Ukraynayê û rêxistinên terorîst û tundrew li ser Telegramê gelek kanal, komên sohbetê û botan bi kar tînin da ku li Rûsyayê çalakiyên sabotajê û êrîşên terorîstî, komkujî û sextekariya sîber pêk bînin.

Hat ragihandin ku li ser Durov bi tohmetên alîkariya çalakiyên terorîstî lêpirsînek tê meşandin û ji bo wî biryara girtinê hate dayîn.

Rûsyayê berê Telegramê asteng kiribû û cezayekî giştî yê 100 milyon rûbleyî li şîrketê birîbû.

Telegram li Rûsyayê yek ji sepanên peyamname û medyaya civakî yên herî populer e.