Sefîn Dizeyî wek Berpirsê Fermangeha Derve dest bi kar kir

21 tîrmeh 2019 20:50
Sefîn Dizeyî wek Berpirsê Fermangeha Derve dest bi kar kir

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta beriya niha ya Kurdistanê Sefîn Dizeyî wek Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

Îro 21.07.2019ê Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê heta niha Felah Mistefa li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, Sefîn Dizeyî bi fermî wek berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye.

Felah Mistefa li ser twitterê ragihand, 13 sal in wek berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê dikim ku ev ji bo min ‘’serbilindiya herî mezin e’’. Felah Mistefa pîrozbahî li Sefîn Dizeyî kir û hêviya serkeftinê di erka nû de jê re xwest.