Sefîn Dizeyî li Hewlêrê pêswazî li Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê kir
17 rêbendan 2022 00:00
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê Gabrielius Landsbergis, di çarçoveya serdaneke fermî de îro êvarê 16ê Çileyê 2022yan gihîşt Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Lîtvnyayê Gabrielius Landsbergis, bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê wê sibe Duşemê 17ê Çileya 2022yan ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve were pêşwazîkirin û hevdîtinan bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Sefîn Dizeyî bi wezîra Ann Linde re li Hewlêrê geriya
23 mjd 2021
Jiyan
Ji wezîrê Sûriya nû yekem serdana Ewropayê: Li Parîsê hate pêswazîkirin
13 sbt 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin